YPG'ê derdora Til-Elo ji çeteyan paqij kir
YPG'ê derdora Til-Elo ji çeteyan paqij kir
YPG'ê derdora Til-Elo ji çeteyan paqij kir
Li herêma Çilaxa ya Girkê Legê piştî pevçûnên ku bi êrîşên komên çete re destpê kiribûn û 24 saetan dom kirin, hêzên YPG’ê komên çete ji derdora gundê Til Elo derxistin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin piştî êrîşên çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) yên li ser bendên kontrolê yên YPG’ê yên li nêzî gundên Til-Elo û Til-Elo Xemir pevçûnan 24 saetan dom kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama pevçûnan de komên çete windahiyên mezin dane û ji herêmê hatine derxistin.
Çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê duh (15’ê Cotmehê) di saetên serê sibehê de êrîşî bendên kontrolê yên YPG’ê yên li nêzî gundên Til-Elo û Til-Elo Xemir kiribûn. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûnên giran rû dabûn û bi dehan ji endamên çeteyan hatibûn kuştin.
Çavkaniyên YPG’ê ragihandibûn ku di şerê piştî nîvro yê li gundê Til Elo de tangek hatiye desteser kirin, 3 çeteyên di hundirê tangê de hatine kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin. Çavkaniyan diyar kiribûn ku di şer de zêdetirî 56 endamên çeteyan jî hatine kuştin û ji vana li gel cenazeyên 3 kesên di tangê de 21 cenaze di destê YPG’ê de ne.
Li Girê Spî jî, tevî agirbesta YPG'ê ya ji bo Cejna Qurbanê çeteyên ser bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li gundê Bîr Kino, Çelbê û Melûh El-Qemer ên girêdayî Girê Spî duh êrîş pêk anîbûn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv dabû û di encamê de 8 çete hatine kuştin, erebeyek leşkerî ya bi navê BMB û wesayîtek doçka li ser hatin ruxandin.