YPG’ê doçkayek rûxand û 2 çete kuştin
YPG’ê doçkayek rûxand û 2 çete kuştin
YPG’ê doçkayek rûxand û 2 çete kuştin
Li derdora gundê Meloh El-Qemer ku 10 kîlometre dikeve rojavayê Girê Spî, hêzên YPG’ê wesayîtek çeteyan a ku doçka li ser bû rûxand. Li derdora gundê Soskê jî du çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, yekîneyeke girêdayî YPG’ê li derdora gundê Meloh El-Qemer a ku 10 kîlometre dikeve rojavayê Girê Spî, îro danê êvarê wesayîtek DAIŞ'ê ku doçka li ser bû rûxand û kesên têde kuştin.
Hate hînbûn ku, yekîneyeke din a girêdayî YPG’ê li derdora gundê Soskê jî çalakî pêk aniye û 2 çeteyên girêdayî DAIŞ'ê kuştine.