YPG’ê du wesayîtên doşka li ser rûxandin

YPG’ê du wesayîtên doşka li ser rûxandin

 Hat ragihandin ku, YPG’ê du wesayîtên ku doşka li ser ên komên çete yên girêdayî tevgera Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) rûxandin. Her wiha di pevçûnên li derdora gundê Sefa yê başûrî navçeya Çilaxa hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û ji wan 14 kuştî di destê YPG’ê de ne.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, di pevçûnên di navber YPG’ê û komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê de îro piştî nîvro du wesayîtên komên çete ku doşka li ser bi temamî rûxandin û hejmarek ji wan kuştin û 14 kuştiyên komên çete di destê şervanên YPG’ê de ne.

Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê îro ji saet di 05.00’an de êrîşî gundê Sefa kirin. Di encama êrîşê de pevçûn di navbera YPG’ê û komên çete de derketin. Hate ragiyand ku, YPG’ê di wan pevçûnan de çekên giran bikaranîne û bi dehan çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Hate zanîn pevçûn heta niha di navbera YPG’ê û komên çete de didomin.