YPG'ê encama operasyona Til Hemis aşkera kir

YPG'ê encama operasyona Til Hemis aşkera kir

YPG'ê encama operasyona Til Hemis a ev 3 roj in didome aşkera kir. Li gor vê 19 gund û 7 mezra ji çeteyan hatin paqijkirin. 2 jê emîr 53 çete hatin kuştin. Di şer de 4 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê encamên operasyona li sêgoşeya Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemis de agahî dan raya giştî.

YPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got,

“Hezên me di meha Tebaxê da li Rebîa, Şengal û Cezaa ye da li hemberî terora DAIŞ'ê bi berxwedanek destanî derbên giran li terora DAIŞ ê da û destanek berxwedanê nû nivîsand.

Ji destpêka şikestina refê çeteyan ku li erîşa dagirkerina Zumar û Şengalê, ji 2’ê ye Tebaxê û heta îro  derba herî mezin, di nav 13 rojên berxwedana Cezzayê de hatiye lexistin. Ev çeteyên ku dixwestin Şengal ê dagir bikin  û li ser herema Cizîrê tehdîde çebikin, ji 3’yê Îlonê ve armanc û fikrên wan hatine şikestin.

Hezên me piştî vê destane 10 rojan, li dijî cihên çeteyên DAIŞ’ê ya ku erîşen xwe ya li dijî Qamişlo û Tirbespiyê tevger dikirin li herema navbera Qamişlo,Tirbespiye û li Til Hemis e operasyonek pêk anîn. Ew herema, ku wek  gund û kêla fermandarên DAIŞ ê di hat naskirin wekî gundên  Rihaiya û Şermuxa Xedan jî di nav dane. Kampên çeteyan ku herî nezîkî Qamişlo û gelek erîş ku hatine organîzekirin ev heremê. Teqînen ku li Qamişlo û Tirbespîye sivîl canên xwe ji dest dane û teqîna li Tirba û mizgefta Şex Xiznewî a li Til Maruf ku ji bo gelê heremê xwedî nirxê,  ji nav êrîşan de hinek minak in.

OPERASYONA ME BI SERKETÎ DAWÎ BÛ

YPG’ê diyar kir ku li hember çeteyên DAIŞ ên hewl didan êrîşî Qamişlo û Tirbespiyê vala derxin di 13’ê Îlonê de opersyonek dabe destpêkirin û opersyon du rojan dewam kiriye. YPG’ê têkildarî vê mijarê wiha dewam kir, “Bi taybetî li gundên Rihaiya, Şermuxa Cedan û Şermuxa Ceryan pevçûnên dijwar pêk hatin, di encama operasyone da herema navbera Qamişlo , Tirbespiyê û Til Hemis ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Her çiqas ku çeteyan ji armancên xwe li  ser Qamişlo û Tirbespiyê  pêk bînin ne dixwestin  ev herama ji bo wan stratejîk bernedin jî, sibeha 16’ê  Îlonê hezên me operasyona xwe bi awayekî serkefî bi dawî anîn.

Çeteyên DAIŞ’ê dema fêmkirin ku wê têk biçin li hemberî êrîş û iradeya hezên me, xwestin hemû hêrsa xwe di serê gelê me yê Ereb  li herême ku naxwazin li hemberî  YPG’ê şer bikin derxin. Ev çeteyên terorîst li hember 11 sivîlên ku di nav da jîn û zarok hene katlîam pêk anîn. Piştî ve yekê erîşek bi fuzeyên bi navê Girat ku ji rejîma Sûrî û Iraq’ê bi destxistine ber bi navenda Qamişlo  pêk anîn û di encama vê êrîşê de 5 sivîlên me şehîd xistine. Ev çeteyên ku li hemberî êrîşên YPG’ê têk çêne,  di vê der barê de bi şewitandina malan, qetilkirina zarok û jinan û bi erîşên fuzeyan  dixwazin hêrsa xwe ji serê gelê me yê Ereb-Kurd derxe.

Di encama operasyona ku roja seyemîn de bi serkeftî dawî bûye 19 gund û 7 mezrayên ku nave wan hat zelalkirin ew in; Xirbêtesed, Xirbêtxelîl, Metiniyê, Haciya Biçûk, Gire Çilesî, Şermûxa Xedan, Şermûxa Ceryan, Harkê, Gibîba, Gibîba Huntesên, Gibîba Sêhta, Gibîbê Xelîl, Haciya Mezin, Haciya Metaşîr, Evenik Emrîn, Gire Awena, Rihaya Biçuk, Rihaya Mezin, Geryan, Emrîn, Haciyan, Gibîp, Mezra Ebas Ahmet, Mezrayê Xelîl.

53 ÇETE HATIN KUŞTIN

Operasyone ku ji bo azadkirina herême hat lidarxistin de qasî ku hêzên me diyar kir, 53 çete hatiye kuştin. 8 ji wan cenazeyan di destê hêzên me de ne. Di vê operasyonê de yek jê bi navnas Ebubekîr 2 serçete ku jê re dibêjin Emîr jî hatiye kuştin.

Amûr, çek û cebilxaneya ku hêzên me destqistine ew in; 2 wesayît, 2 doçkayê 14.5, 11 kaleşnîkof, 2  BKC, 2 B7 bombeavêj, 1 çeka Bruno, 1 demençe û hejmarek zede cebilxane.

4 hevalên me ye ku bi ruhê xwe yê êrîşê xurt ve tirs xistin dilê dijmin û peşengtî ya operasyona 3 rojan kirin bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Gelê ku li herema Cizîre dijîn bila bizanibe ku heta ku êrîş û tehdîda DAIŞ’ê li ser gelê me hebê, berxwedana YPG’ê wê roj bi roj xurttir bibe û destên şervanên YPG we her tim di pexîra wan xwinxwaran de bin.”