YPG’ê gundê Hemîd ê Serêkaniyê rizgar kir

YPG’ê gundê Hemîd ê Serêkaniyê rizgar kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’’ operasyona li herêma Serêkaniyê didomîne. Hate zanîn piştî rizgar kirina gundê Dirdara, gundê Hemîd ku 3 kîlometir dikeve rojhilatê gundê Çafa hate rizgar kirin.

Operasyona YPG’ê ya binavê ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’’ ya li dijî komên çeteyan didome. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin hêzên YPG’ê piştî gundên Çafa, Dirdara û  gelek navendên dikevên rojhilatê Serêkaniyê ji komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê /Eniya El Nusra rizgar kirin.  Hate zanîn şervanên YPG’ê ku saet derdora 02.15’ê gundê Hemîd yê ku 3 kîlomterî dikeve rojavayî gundê Çafa û derdora 8 kîlometrî rojavayî Serêkaniyê ye ji komên çekdar rizgar kirin. Hate hînbûn ku hêzên

YPG’ê nuqteyek e Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê jî bidestxistin. Der barê kuştî û birîndarên komên çekdar  agahiyên zelal ne hatine bidestxistin. 

Hate zanîn operasyona li herêmê didomin.