YPG’ê gundê Sûsik rizgar kir: 60 çete hatin kuştin
YPG’ê gundê Sûsik rizgar kir: 60 çete hatin kuştin
YPG’ê gundê Sûsik rizgar kir: 60 çete hatin kuştin
Hêzên YPG’ê di çarçoveya ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’’ de li dijî navenda komên çekdar a li gundê Sûsik a Girê Spî (Til Ebyedê) çalakî pêk anîn. Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de 60 çete hatine kuştin, gelek cebilxane û çek hatine destserkirin û gund bi temamî hatiye rizgarkirin.
Di çarçoveya “Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” de hêzên YPG’ê li herêma Girê Spî (Til Ebyad) dest bi pêngava “Şehîd Dilovan û şehîdên Helebê” kirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din saet di 02.00’an de li dijî navenda komên çekdar a li gundê Sûsik a 10 kîlometre dikeve rojavayê Girê Spî çalakiyek hatiye lidarxistin. Hate zanîn ku di çalakiya heta saetên sibê dom kir de 60 endamên komên çekdar hatine kuştin, 2 dîl hatine girtin û çete ji gund reviyane. Her wiha di çalakiyê de doçkayek 12.5, doçkayek 14.5, 2 doçkayên 23.5 û 10 sindoq fîşekên doçka, 37 qilêş, 2 burno, arpîciyek, dûrbînek şevê, gelek bombeyên destan û 6 wesayîtên komên çete hatine destserkirin. Di encama çalakiyê de gundê Sosik bi temamî ji komên çekdar hate rizgarkirin.
Li Herêma Girê Spî 3 gundên bi navê Sûsik hene û beriya niha YPG’ê herdu gundên din ên bi navê Susikê rîzgar kiribûn.