YPG’ê gundê Xerdûga yê Tirbespiyê rizgar kir
YPG’ê gundê Xerdûga yê Tirbespiyê rizgar kir
YPG’ê gundê Xerdûga yê Tirbespiyê rizgar kir
Hêzên YPG’ê li dijî baregehên komên çete yên başûrê Tirbespiyê çalakî pêk anî û di encamê de gundê Xerdûga rizgar kirin. Şervanên YPG’ê navenda komên çete ku wek Burc tê zanîn xistin destê xwe.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin şevê din saet di 12.00’an de şervanên YPG’ê li dijî baregeha komên çete ya li gundê Xerdûga ku 12 km başûrê Tirbespiyê ye çalakî pêk anîn. Hate hînbûn ku di encama çalakiyê de hêzên YPG’ê gundê Xerdûga rizgarkirine û Burca li 2 km başûrê Xerdûga, ku komên çete weke baregehê bikar dianîn xistin destê xwe.
Hate gotin ku di çalakiya heta saet 06.00’an dom kir de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn, lê derbarê hejmarê de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hate gotin ku komên çete reviyane girê gundê Mihemed Diyab ku li nêzî wê herêmê ye.
Gundê Xerdûga ku ji derdora 40 malî pêk tê Kurd, Ereb û Sûriyanî lê dijîn.