YPG’ê gundekî din ê Rojava rizgar kir
YPG’ê gundekî din ê Rojava rizgar kir
YPG’ê gundekî din ê Rojava rizgar kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundê Dirdara yê li başûr-rojhilatê Serêkaniyê ji bermahiyên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El Nusra rizgar kirin.
Hate hînbûn ku îro saet di 11.30’an de hêzên YPG’ê di çarçoveya ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn’’ de ku li dijî komên çekdar dabûn destpêkirin gundê Dirdara yê li bi 2 kîlometreyan dikeve başûrê-rojhilatê gundê Çafa ji destê komên çekdar rizgar kirine.
Li aliyê din çavkaniyên YPG’ê destnîşan kirin ku dê opersyona wan li dijî komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra û çeteyên ku piştgiriya wan dikin bidome.
Hêzên YPG’ê di çarçoveya heman opersyonê de duh gundê Çafa yê Serêkaniyê ku şêniyên wê kurdên Êzdîne, ji komên çeteyan rizgar kiribûn û 7 nuqteyên komên çete yên li herêmê ji wan koman paqij kiribûn. Di operasyona YPG’ê heta niha gelek kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûn.