YPG’ê heşîşa li Dirbêsiyê desteserkirî şewitand
YPG’ê heşîşa li Dirbêsiyê desteserkirî şewitand
YPG’ê heşîşa li Dirbêsiyê desteserkirî şewitand
YPG’ê li ser sînorê di navbera bakur û Rojavayê Kurdistanê 20 kîlo heşîş desteser kir û şewitand.
Dewriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dema peywira xwe ya parastina dikir, li herêma di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de, li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê keseke ku dixwest heşîşê derbas bike binçav kir.
Kesê navborî dema dewriya YPG’ê dît 20 kîlo heşîşa pêre bû hişt û berbi sînorê Bakurê Kurdistanê ve reviya.
YPG’ê 20 kîlo heşîşa ku desteser kir li Dirbêsiyê li pêş çavê welatiyan şewitand.