YPG’ê ji bo cejnê agirbesta yek alî îlan kir
YPG’ê ji bo cejnê agirbesta yek alî îlan kir
YPG’ê ji bo cejnê agirbesta yek alî îlan kir
Fermandariya Girştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi munasebeta Cejna Qurbanê agirbesta yek alî îlan kir. Fermandariya YPG’ê Cejna Qurbanê li hemû alema îslamê pîroz kir û da zanîn ku di rojên cejnê de dê mafê xwe yê parastina rewa bikin.
Bi munasebeta Cejna Qurbanê Fermandariya Girştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 3 meh in êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Eniya El-Nusra li dijî hermên Rojavayê Kurdistanê didomin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê ji bo nirxên mirovahî û pîrozbahiyên cejna Remezanê agirbest îlan kiribû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar ên ku tu wateyê nadin nirxên mirovahiyê tevî agribestê êrîşên xwe zêde kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku tevî êrîşên komên çekdar dewam dikin hêzên YPG’ê li ser banga dostên xwe ji rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha ji bo rêzgirtina nirx, parastina irf û adeta alema îslamî dê hêzên YPG’ê di rojên Cejna Qurbanê de careke din agirbesta yek alî îlan dike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku agirbest ji 15’ê Cotmehê an gu sibe destpê dike. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên YPG’ê di vê demê de wê mafê xwe yê parstina rewa pêk bîne û bersiva êrîşên komên çete bidin. Di dawiya daxuyaniyê fermandariya YPG’ê Cejna Qurbanê pîroz kir ev agahî dan: ‘‘ Em ji xweda hêvî dikin ku ev cejin bibe cejna aştiya mayîne ya di nava hemû pêkhateyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de.Sûriyê di bin diruşmeya Aştî û hezkirinê ji nû ve bê afirandin.’’