YPG’ê li beramberî 32 sivîlan endamek ê komên çete berda

YPG’ê li beramberî 32 sivîlan endamek ê komên çete berda

Hêzên YPG’ê li beramberî 32 sivîlên ku ji aliyê koma çekdar ya binavê Ehrar El Dîbsî ve hatibûn revandin, endamek ê komê serbest berda.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, hêzên YPG’ê li beramberî 32 sivîlên di rê de navbera Hesekê û Til Temirê de ji aliyê komek çekdar ya binavê Ehrar El Dîbsî hatibûn revandin, endamê koma çekdar yê binavê Ehmed Yûsûf El Hesen serbest berda.

Hate hînbûn ku, ji sivîlên ji aliyê komên çekdar ve hatin serbest berdan, 28 Ereb û 4 jî Kurd in.

ARTÊŞA AZAD ÊRÎŞÎ GUNDEKÊ KIR

Li aliyê din jî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad êrîşî gundê Refref ê 10 km dikeve başûrê Hesekê û piraniya wan Kurd in kir. Piştî ku gundiyan jî bersiva êrîşan da, pevçûnê rûda. Hate ragihandin ku ji êrîşkavan 3 hatin kuştin. Hate ragihandin ku, li beramberî berxwedana gundiyan êrîşkar paşvekişiyan lê agir bi xaniyê gundiyekê vexistin.