YPG'ê li Çilaxa avêt ser navenda çeteyan: 8 çete mirin

YPG'ê li Çilaxa avêt ser navenda çeteyan: 8 çete mirin

Hêzên YPG'ê li gundê Mizarta yê herêma Çilaxa li dijî navendek komên çete çalakiyek lidar xist. Di encama çalakiyê de wesayîtek ku doçka li ser hebû hate rûxandin û 8 endamên çeteyan hatin kuştin. 

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidest xistine, yekîneyek YPG'ê duh di saetên ber bi êvarê de li gundê Mizarta ku li nêzî gundê Girhok e, li dijî navendek komên çete çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de wesayîtek ku doçka li ser hebû hate rûxandin û 8 çete hatin kuştin. 

Li aliyê din duh êvarê li derdora gundê Girhokê jî komên çete ji saet 19.00 heta saet 03.00 bi topên hawanê û doçkayan êrîş pêk anîn. Hêzên YPG'ê jî bersiv dan û pevçûnên demî derketin. Hate ragihandin ku pevçûn cîh bi cîh didomin.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku komên êrîşkar di pevçûnên çend rojên dawî de gelek windahî dane û niha di bin parastina tangan de cenazeyên xwe ji herêmê kom dikin.