YPG'ê Li Cilbirê benda çeteyan bidest xist
YPG'ê Li Cilbirê benda çeteyan bidest xist
YPG'ê Li Cilbirê benda çeteyan bidest xist
Pevçûnên li gundê Cilbirê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku bi êrîşa komên çete re di navbera wan û hêzên YPG'ê de derketibûn, didomin. Hate ragihandin ku hêzên YPG'ê benda kontrolê ya çeteyan bidest xistiye. Di pevçûnan de şervaneke YPJ'ê jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku çeteyan welatiyê bi navê Ehemd Seed Mûsa înfaz kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din piştî ku komên çete êrîşî gundê Cilbirê kirin, hêzên YPG'ê şevê din li dijî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) çalakî pêk anî. Hate hînbûn ku di encama çalakiyê de hêzên YPG'ê benda kontrolê ya çeteyan bidest xistiye.
Hate gotin ku pevçûnan heta saetên sibehê dom kirine û kuştî birîndarên çeteyan çêbûne, her wiha gelek cebilxane hatiye desteserkirin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama van pevçûna de şervana YPJ'ê Raperîn Elî ya bi nasnav Avesta Cotyar a ji gundê Elbeskê yê Raco ya Efrînê, jiyana xwe jidest daye.
Hate gotin ku komên çete welatiyê kurd ê bi navê Ehmed Esed Mûsa Xubarî yê ji gundê Cilbirê înfaz kiriye.
Li aliyê din çavkaniyan destnîşan kirin ku komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî gundên Meryemîn û Mereskê kirine û li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv daye û komên çete neçar mane ku paşve biçin.