YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ çalakî pêk anî: 45 çete hatin kuştin
YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ çalakî pêk anî: 45 çete hatin kuştin
YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ çalakî pêk anî: 45 çete hatin kuştin
Hêzên YPG’ê li gundê Kunheftar ê başûrê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kemînek danîn. Di kemînê de 4 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin û 45 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyê ku nûçegihanê ANHA’yê ji eniyên şer ên başûrê Kobanê wergirtine, hêzên YPG’ê saet di 16.00’an de li gundê Kunheftar hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ’ê xistin kemînekê. Di encama kemînê de 4 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin. Her wiha herî kêm 45 çete hatin kuştin.
Li her sê aliyên herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera her du aliyan de bi dijwarî berdewamin.