YPG'ê li Ebû Rasên tabûreke nû ava kir
YPG'ê li Ebû Rasên tabûreke nû ava kir
YPG'ê li Ebû Rasên tabûreke nû ava kir
Li ser daxwaza welatiyên bajarokê Ebû Rasên yê ser bi bajarê Dirbêsiyê, ji bo bajarok ji çeteyan biparêzin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tabûreke nû bi navê "Şehîd Mihemed Salih" bi merasîmekê ragihand.
Hêzên YPG'ê li ser daxwaza welatiyan tabûrek nû bi merasîmeke leşkerî bi navê "Şehîd Mihemed Salih" li bajarokê Ebû Rasên ava kir. Piştî merasîma ragihandina tabûrê Fermandarê YPG'ê Şiyar Kobanî der barê avakirina tabûrê de diyar kir ku ji bo parastina herêmê ji çeteyan ev gaveke girîng e.
Kobanî di axaftina xwe de da zanîn ku tabûr ji şervanên ji pêkhateya Ereb û Kurd ên bajarokê Ebû Rasên pêk tên û ev tişt anî ziman: "Ji bo têk birina pilanên ku li dijî jiyana hevbeş têne meşandin ev gaveke erêniye û YPG bi avakirina tabûrên ji pêkhateyên ereb û kurd jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de diyar dike."