YPG'ê li Helebê bersiv da rejîmê: 5 leşker hatin kuştin
YPG'ê li Helebê bersiv da rejîmê: 5 leşker hatin kuştin
YPG'ê li Helebê bersiv da rejîmê: 5 leşker hatin kuştin
Çavkaniyekî YPG’ê li bajarê Helebê diyar kir ku di çalakiya bersivdayînê ya duh li dijî hêzên rejîmê de, 5 leşkerên rejîm hatine kuştin.
Çavkaniyekî hêzên YPG’ê li bajarê Helebê diyar kir ku di çalakiya bersivdayinê ya duh li devera Rêveberiya Çandiniyê ya li taxa El-Meydan a bajarê Helebê 5 leşkerên rejîmê hatine kuştin. Heman çavkanî destnîşan kir çalakî bi armanca bersivdayîna êrîşên li ser taxa Şêx Meqsûd pêk hatiye û di çalakiyê de maşinekî doçka li ser jî hatiye rûxandin.
Hêjayî gotinê ku hêzên YPG’ê duh saet di 17.00’an de dest bi çalakiya bersivdayîna bombebarankirina taxa Şêx Meqsûd ku di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 9 birîndar bibûn, kiribû.