YPG`ê li Helebê li dijî çeteyan operasyon lidar xist
YPG`ê li Helebê li dijî çeteyan operasyon lidar xist
YPG`ê li Helebê li dijî çeteyan operasyon lidar xist
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî komên çete yên êrîşî taxên Kurdan yê Helebê kirin operasiyonek lidar xist. Hate hîn bûn di operasyonê gelek endamên komên çete hatin kuştin û du wesayît hatine desteser kirin.
Komên çete yên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Helebê ya girêdayî Artêşa Azad, ku di nav wan de hin komikên çeteyên Kurd jî hene roja 6 Îlonê êrîşî taxên Kurdan yên Helebê kirin. Li hember van êrîşan berxwedaniya YPG’ê didome. Duh bi şev hêzên YPG’ê li dijî komên çeteyan operasiyonek lidar xist. Li gorî çavkaniyên heremî di opersiyonê de gelek endamên komên çete hatin kuştin û 2 wesayît jî hatin desteser kirin.
Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku yekîneyên wan şevê din di saet 1.00' de li dijî baregehên komên çeteyan yên li herêma Seken El-Şebabî û kolana Muxaberat operasyonek lidar xistine. Çavkaniyan diyar kir ku operasiyon saetekê dewam kiriye de gelek endamên komên çete hatine kuştin, birîndar kirin û 2 wesayîtên çeteyan jî hatine desteser kirin.
Li gora çavkaniyên herêmî topbaran komên çeteyan a li ser taxa Şêxmeqsud de hermarek ne diyar sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.