YPG’ê li Kobanê tabûra Şehîd Mûnzûr ava kir

YPG’ê li Kobanê tabûra Şehîd Mûnzûr ava kir

YPG'ê li herêma gundê rojavayê Kobanê tabûra bi navê "Şehîd Mûnzûr" ava kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma gundên rojavayê Kobanê bi merasîmekê tabûra bi navê "Şehîd Mûnzûr" ê berpirsyarê Asayîşa Kobanê ku di pevçûnên li gundê Qenayê yê rojavayê Kobanê de jiyan xwe jidest dabû, ragihand.

Di merasîma ku li gundê Bênderê yê rojavayê Kobanê hate lidarxistin de, piştî deqeyek rêzgirtinê fermandareke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê girîngiya parastina herêmên Kurdan de axivî û diyar kir ewê erkê xwe yê parastina hemû pêkhateyên herêmê dewam bikin.