YPG’ê li Mişrafayê 2 wesayîtên çeteyan rûxandin
YPG’ê li Mişrafayê 2 wesayîtên çeteyan rûxandin
YPG’ê li Mişrafayê 2 wesayîtên çeteyan rûxandin
Li nêzî gundê Mişrafa yê 4 kîlometre dikeve başûrê bajarê Serêkaniyê, di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên YPG’ê dane, komek çeteyên DAIŞ’ê saet di 11.00’an de hewldan bikevin gundê Mişrafa, lê rastî bersivdayîna hêzên YPG’ê hat. Hate gotin ku di pevçûnê de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin.
Hate ragihandin ku piştî pevçûnê li herêmê bêdengî heye.