YPG’ê li Serêkaniyê ambulansa Frensî li ser suc girt!

YPG’ê li Serêkaniyê ambulansa Frensî li ser suc girt!

Pevçûnên dijwar ên li Serêkaniyê di navbera komê ete yên destekê ji Tirkiyeyê digirin û YPG’ê de berdewam dikin. Hêzên YPG’ê li Serêkaniyê dest danîn ser ambulanseke Fransî. Di ambulansê de belgeyên bi Frensî hatin dîtin û di ambulansê de amûr derketin.

Peçvûnên dijwar ên li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de bi dijwarî berdewam dikin. YPG dest bi tevgera paqijkirina komên çete ji bajêr kiriye û di rojên borî de aşkere bibû ku dewleta Tirk bi ambulansa çekan û amûrên din ên leşkerî ji komên çete re dişînin.

Duh jî, hêzên YPG’ê ambulansek bi plakaya Frensî ku bi Frensî li ser “alîkariya lezgîn” nivîsandibû desteser kirin. Her wiha, di ambulansê bi plaka "CP-253-DE" de belgeyên bi Frensî hatin dîtin. Tê diyarkirin ku ev ambulans ji Tirkiyeyê ve derbas bûne.

Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku komên çekdar ji bo ambulansê nedin gelek hewl dan, li ser ambulansê jî gelek cihên gulleyan jî hene. Tê diyarkirin ku komên çete yên ku malan talan dikirin dixwestin bi vê ambulansê bibin.

Rayedarên YPG’ê têkildarê pevçûnên li herêmên agahî dan û diyar kirin ku diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên komên çete yên li ser sînorê Tirkiyeyê bi desteka Tirkiyeyê êrîş dikin bêdeng nemînin û berxwedanê xurtir bikin.