YPG’ê li Serêkaniyê navendên siyasî û leşkerî xistin destê xwe

YPG’ê li Serêkaniyê navendên siyasî û leşkerî xistin destê xwe

Şervanên YPG'ê navenda Midûriyeta Herêmê, navenda Ewlekariya Siyasî û navenda Ewlekariya Leşkerî ji komên çete paqij kirin, her wiha YPG çemberê li komên çete teng dike.

Fermandarekî YPG'ê ji ANF'êre ragihand ku, di pevçûnên îro di navbera Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û komên çete yên ji aliyê Tirkiyeyê ve ketine Serêkaniyê de rûdidin, şervanên YPG'ê Navenda Midûriyeta herêmê, navenda Ewlekariya Siyasî û navenda Ewlekariya Leşkerî kirin bin kontrola xwe de.

Midûriyeta herêmê û navenda Ewlekariya Leşkerî û navenda Ewlekariya Siyasî  wek herêmên pir parastî di dema rejima Bees de bûn, despêka ketina komên çekdar bo Serêkaniyê di navbera komên çete û hêzên rejima Sûriyeyê de pevçûnên dijwar rûdabûn, navendên ku niha ketine bin kontrola YPG'ê wek navendên rejima Bees dihatin naskirin.

Her wiha di pevçûnên îro de de komên çekdar ên ku windahiyên mezin didin, sivîlan dikin hedef. Topa hawanê ya ji aliyê komên çete ve ji herêma Til Xelef hate avêtin li malekê ket. Di encamê de 2 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera komên çekdar û hêzên YPG'ê de di roja 12'an de didomin. Komên çekdar ku windahiyên mezin didin û xwe paşve kişandine gundê Til Xelef, piştî wêrankirina li nava bajêr pêk anîn, niha jî bi topên hawanê sivîlan hedef digirin.