YPG’ê li Serêkaniyê piraniya taxa Ebrê xist destê xwe

YPG’ê li Serêkaniyê piraniya taxa Ebrê xist destê xwe

Berxwedana gelê Kurd ya li dijî komên çete yên li Serêkaniyê di roja 10'an de, jî dewam kir.Doh û îro li Serêkaniyê şerên dijwar qewimîn û di encamê de bi dehan endamên komên çete hatin kuştin. YPG’ê piraniya taxa Ebrê bi dest xist. YPG’ê ambulasnek Tirkan desteser kir û komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê êrîşê Rojavayê Kurdistanê dikirin û derbeyên giran ji YPG’ê dixwin li nav hev ketin.

Berxwedana gelê Kurd ya li dijî komên çete yên li Serêkaniyê di roja 10'an de, dewam jî dewam kir. Doh û îro li Serêkaniyê şerên dijwar qewimîn û di encamê de bi dehan endamên komên çete hatin kuştin. Her wiha yek ji fermandarên yekîneyeke YPG yê li Serêkaniyê Zerdeşt Dêrik jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, şervanên YPG bi taybet li taxa Ebrê û herêma derdora Nexweşxaneyê li dijî komên çete çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encamê de, bi dehan endamên komên çete hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di encama şerên doh de, yek ji fermandarên yekîneyên YPG li Serêkaniyê Zerdeşt Dêrik jî jiyana xwe ji dest da.
AMBULANSA TIRKAN JI ALIYÊ ŞERVANÊN YPG'Ê VE HATE BIDESTXISTIN
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê ragihand ku şervanên YPG doh li dijî komên çete yên li taxa Ebrê çalakiyên mezin lidar xistin. Hat zanîn ku şervanên YPG piraniya taxa Ebrê ku weke navenda komên çete dihat binavkirin, xistin bin kontrola xwe.
Şervanên YPG yên ketin taxa Ebrê û herêma derdora navenda Avê, rastî ambulanseke Tirk hatin. Bi vî awayî carekê din eşkere bû ku rêjîma Tirk ji bo komên çete derbasî Serêkaniyê bike û birîndarên wan rake, ambulansên xwe bikar tîne.
Li aliyê din hat zanîn ku endamê Partiya Demokratîk a Pêşverû Elaa Qasim yê di nava YPG de şerê komên çete dikir, doh bi giranî birîndar bûye.
ŞER LI SER XETA SÎNOR ZÊDE BÛYE Û KOMÊN ÇETE LI WIR ASÊ MANE
Ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve jî bi awayekî rehet tê dîtin, ku şer li nêzî sînor gur bûye. Li gorî çavkaniyên ji Serêkaniya serxetê, komên çete xwe spartine deriyê sînor ê ji hêzên Rejîma Suriyê bi des xistibûn û li wir asê mane
Ji dîmenên li Serêkaniya Serxetê hatine kişandin ve jî bi rehetî xuya dike, ku endamên komên çete li nêzî sînor li ser avahiyan bi cih bûne û bi awayekî bêserûber li Serêkaniya Binxetê direşînin.
Komên çete bi taybetî li derûdora sîloyên genim ên li ser xeta sînor bi cih bûne û li vir liv û tevgerek zêde ya tireyleyan xuya dike. Kurdistaniyên li Serêkaniya Serxetê jî diyar dikin, ku komên çete li ser sînor asê mane û nikarin xwe bilivînin.
Dîsa li gorî agahiyên dawiyê, tevî hemû nerazîbûnan jî 8 birîndarên komên çete anîne nexweşxaneya Serêkaniya Serxetê. Hate zanîn, ku ji 8 birîndarên îro anîne, 2 ji wan mirine.

KOMÊN ÇETE  PEV ÇÛN

Li aliyê din nêzî endamên çeteyên çekdar ên li baragehên xwe yên li hemberî Mala Mamosteyan kom bûbûn di nava xwe de niqaş kirin û ketin nava hev. Hat zanîn ku ciwanan ji kampa Tel Hemud a Penaberan bi zorê dibin Serêkaniyê û dixwazin wan tev li şer bikin. Kesên dixwakin vegerin jî wan didin ber guleyan. Şerê li Serêkaniyê her ku diçe dijwar dibe.