YPG’ê li sînorê Tirkiyeyê 3 çete girtin

YPG’ê li sînorê Tirkiyeyê 3 çete girtin

Çeteyên DAIŞ’ê yên dema ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî herêma Kobanê dibûn, li ser sînor ji aliyê YPG’ê ve hatin girtin. Hate gotin ku 2 çete biran e û welatiyên Belçîka ne û yek jî welatiyê Fransa ye.  

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê girtine, îro 3 endamên çeteyên DAIŞ’ê dema dixwestin ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî herêma Kobanê bibin, ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatin girtin.

Hate diyarkirin ku her sê çete li gundê Aşmê yê li Rojavayê Kobanê hatine girtin û 2 ji wan birayên hev in û welatiyên Belçîkayê ne, yek jî welatiyê Fransa ye. 

Navên çeteyên ji Belçîkayê Yasîn Ehmed Cemîî û Emîn Ehmed Cemîî yên bi eslê xwe ji Fasê, yê ji Fransayê yê jî Umer Bilqasim e.

Lêpirsîna her sê çeteyan didome.