YPG’ê li Til Îd operasyona paqijkirinê da destpêkirin

YPG’ê li Til Îd operasyona paqijkirinê da destpêkirin

 Komên çete yên ku di saetên serê sibehê de êrîşî gundê Til Îd kiribûn, lê rastî bersivdayîna hêzên YPG’ê hatibûn, piştî nîvro dîsa hewildan ku êrîş bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê li 3 gundên herêmê operasyona paqijkirinê da destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketîn, komên çetan îro di saetên serê sibehê de êrîşî gundê Til Îd yê li başûrê Qamişlo kirin û xwestin bikevin gund. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û şer derket. Piştî bersivdayîna hêzên YPG’ê komên çete xwe paşve kişandin. Lê li derdora seat 15.00’an de dîsa êrîş kirin.

Hate ragihandin ku komên çete xwestine ji gundên Becariyê, Uwêniyê û Rihêba Zahir êrîşî gundê Til Îd bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiva êrîşan da û li heman gundan operasyona paqijkirina komên çekdar da destpêkirin. Hate ragihandin ku li herêmê pevçûnên dijwar derketine û hîn didomin.