YPG’ê li Til Koçer 7 bargehên DAIŞ’ê bidestxistin
YPG’ê li Til Koçer 7 bargehên DAIŞ’ê bidestxistin
YPG’ê li Til Koçer 7 bargehên DAIŞ’ê bidestxistin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku zêdeyî hefteyekêye li dijî komên çete “Operasyona Şoreşgerî ya Çekjîn Amed” daye destpêkirin, şevê din li derdora bajaroka Til Koçer çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyê de gelek kuştiyên komên çete çêbûn û 7 cenaze ketin destê YPG’ê, her wiha hêzên YPG’ê 7 bargehên komên çete bidest xistin. Pevçûn bi awayekî demî dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Çekjîn Amed” de şevê din hêzên YPG’ê li derdora bajaroka Til Koçer ku li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê dikeve li dijî navendên komên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ)/Eniya El-Nusra çalakiyek mezin lidar xist.
Li gorî agahiyên hatin bidest xistin di çalakiyê de gelek çete hatin kuştin û gelek birîndar bûn, 7 cenaze jî ketin destê YPG’ê. Her wiha hêzên YPG’ê 7 bargehên komên çete bidest xistin. Pevçûn li derdora herêmê hîn dem demî didome.