YPG’ê li Til Koçer baregehekî leşkerî desteser kir
YPG’ê li Til Koçer baregehekî leşkerî desteser kir
YPG’ê li Til Koçer baregehekî leşkerî desteser kir
Hêzên YPG’ê navendeke leşkerî ya komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra ku 2 kîlometrî dûrî Til Koçer e, desteser kirin.
Li gorî agahiyên ji herêma şer hatin bidestxistin, di çarçoveya ‘‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn de’’ hêzên YPG’ê çalakiyek li dijî baregeheke leşkerî ya komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra lidar xistine. Hat ragihandin ku baregeha leşkerî ya 2 kîlometre dikeve li bakur-rojavayê Til Koçer, ji aliyê YPGê ve hatiye bi dest xistin. Çavkaniyên heremî didin diyar kirin ku pevçûnên li heremê hînê dewam dikin. Tê gotin bi dehan kuştî û birîndarên komên çete hene.