YPG’ê li Til Temîrê çewlikê ji komên çekdar rizgar kir

YPG’ê li Til Temîrê çewlikê ji komên çekdar rizgar kir

 Li bajarokê Tiltemir Yekîneyên Parastina Gel(YPG) çewlika çêlekan ku komên çekdar destser kirbû rizgarn kirin û  ji bo rêvebiriya çewlikê meclisek ji hemû pêkhatên herêmê  hate damezirandin.

Li bajarokê Til Temir komên  çekdar di dema pevçûnên li Serêkaniyê de dest danîbûn ser çewlika çêlekan a 2 kîlometrî dûrî bajarokê Til Temirê û gelek alavên çewlikê hinek çêlek ji wir dizîbûn. Piştî ku pevçûn li Serêkaniyê bi encambûn û şervanên YPG'ê bi serketin, YPG'ê ya ku parastina bajarokê Tiltemir girtiyê ser xwe ji komên çekdar xwestin ku çewlikê bi cih bihêlin û çewlikê ji Meclisa Hevbeş ya Rêvebiriya Bajêre bihêlin.

Duh komên çekdar çewlika çêlekan hiştin, piştî ku çewlik vala bû erebên eşîra Şerabiya êrîşî çewlika çêlekan kirin. Lê li rastî mudaxeleya YPG'ê û Meclisa Hevbeş hatin.  Eşîra Şerabiya neçar man çewlikê terk bike.  Meclisa Til Temir di saet 15.00 an  de di kafeya dêra Asûriyan hatin gel hev. Di civînê de  ji bo rêveberiya çewlikê meclisek ji 24 kesî hate damezirandin. Meclisa nû wê ji 12 kes kurd û 12 ereb pêk tê.

Her wiha beriya niha jî 4 riyên ku wek deriyên Til Temir in ji aliyê hêzên YPG'ê û asayişê ve werin kontrolkirin. Her wiha rêya Helebê û Serêkaniyê dê ji aliyê YPG'ê ve were kontrolkirn û riyên Hesekê û Qamişlo wê ji aliyê Hêzên asayişê werin kontrli kirin.

Her wiha di dema ku şervanên YPG'ê bajarokê Til Temir ji rêjîma Bass azad kir, gelek alîgirên rêjîmê xwestin ku diziya çewlika çêlekan û hin saziyên dewletê bikin lê şervanê YPG'ê rê li ber wan girtin.

Di 24'ê çile de komên çekdar ketin çewlika çêleka ku ji aliyê Meclisa Hevbeş ve dihate rêveberin û desteser kirin. Gelek çmlek û hin alavên wê dizîn. Di 30'ê çile de helîkopterên rêjîma Bass  êrîşî komên çekdar kirin û di encamê de 2 karkerên kurd ku di çewlikê de dixebitîn jiyana xwe jidest dan. Her wiha gelek çekdar hatin kuştin.