YPG'ê mizgîniya rizgariyê da gelê Til Koçer

YPG'ê mizgîniya rizgariyê da gelê Til Koçer

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê destnîşan kir ku rizgarkirina bajaroka Til Koçer nêz bûye û bi nameyekê mizgînî da hemû pêkhateyên bajarokê û ji wan xwest ku rêveberiya xwe ava bikin û li dijî êrîşan têbikoşin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê operasyona rizgarkirina bajaroka Til Koçer de ji hemû netewe, ol û mezhebên bajarokê re nameyek weşand.

Nameya Fermandiya YPG’ê wiha ye:

“Şêniyên Til Koçer ên bi rûmet û eşîrên herêmê yên resen; em mizginiya rizgarkirina bajarek ji bajarên herêma me didin we. Rizgarkirina bajarokê nêz bûye. Em bajar ji destê hêzên tarî yên ku li dijî nirx û rûmeta gelên herêmê ne, dîroka wan benpê dikin, her wiha di nava gelên herêmê de cudahiyan derdixînin û li ser navê Îslamê bendan datînin, rizgar dikin.

Em wekî YPG’ê dibêjin ku ev mizgînî wê bibe destpêka serkeftina nirxên edalet, wekhevî û jiyana hevbeş. Ev mizgînî her wiha dê planên van hêzên tarî vala derxînin. Em spasiya hemû eşîr û pêkhateyên ku alîkariya hêzên me kirin dikin. Em ji pêkhateyên herêmê dibêjin ku helwesta wan çi dibe bila bibe, emê bihev re welatekî ava bikin û tiştên mane biparêzin. Em gelê xwe ji komkujiyên rejîm û komên çekdar biparêzin.

Ev hêzên ku têk çûne, wê hertim di nava helwdanan de bin ku di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyan derxînin. Wê êrîşên xwe bidomînin, lê baweriya me bi hemû pêkhateyên herêmê heye ku dê jiyana hevbeş û biratiyê biparêzin, li dijî van hewldanan derkevin.

Ev serketin serketinên we ne ku nûnertiya we YPG dike. Ev serketina jiyana hevbeş û biratiyê ye.

Li ser vî esasî em bang li hemû gelên herêmê dikin; emê bi yek destî pêşeroja welatê xwe yê hatiye hilweşandin, ava bikin.  Em bibin destpêka avakirina Suriyek nû ku hemû pêkhate, ol û mezhep maf û azadiya xwe bigirin.

Em wekî YPG’ê ji gelên herêmê careke din aşkera dikin ku em hêzên parastina hemû herêmê ne û tu cudahiyê naxin nava netewe, ol, zayendan û bang li gel dikin ku bi yek destî têbikoşin û xizmeta şoreşa azadî û rûmetê bikin.

Bajaroka Til Koçer milkên hemû eşîrên Şemer, Şerabî û Cewala, her wiha hemû eşîrên din e. Rêveberiya bajarokê dikeve ser mile wan. Ji ber ku ew şêniyên rasteqîn ên herêmê ne. Ewê herêmên xwe pêş ve bibin. Li ser vî esasî em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku ji nava gel rêveberiyekê ava bikin û herêmê ji komên biyanî û çeteyan biparêzin. Her wiha xizmeta civakê bikin û bibin nimûne ji bo pêşerojê.”