YPG’ê nasnama 5 şervanên xwe diyar kir

YPG’ê nasnama 5 şervanên xwe diyar kir

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navê 5 şervanên YPG’ê ku di pevçûnên 7-10’ê tebaxê de, di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra li herêmên Çilaxa, Tirbespiyê û Efrînê de jiyana xwe ji dest dabûn aşkera kir.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 7’ê Tebaxê de yekîneyek hêzên YPG’ê li ser baregehek a çekdarên El-Nusra ya li gundê Yûsifiyê ya Çilaxa çalakî pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encamê de bi dehan kuştiyên komên çekdar çêbûn û gelek cebilxane û wesayîtek hatine ruxandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di wê çalakiyê de agahî ji 3 şervanên YPG’ê qut bibû. Di daxuyaniyê de hate gotin piştî lêkolînê diyar bû ku 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pevçûnên duh êvarê li gundê Çêlekê yê Tirbespiyê û gundê Girhok yê Çilaxa de wesayîtek komên çekdar hatiye ruxandin û di encama van pevçûnan de şervanê YPG’ê Şoreş jiyana xwe jidesta daye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku duh di saetên êvarê de çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cebhet El-Nusra êrîşî benda kontrolê ya hêzên YPG’ê li gundê Basûfa yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kirine û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketine. Di encama pevçûnan de hin êrîşkar hatine kuştin û şervanê YPG’ê Rojvan Amed jiyana xwe jidest daye.

Nasnameyên şervanên YPG’ê wiha ne:

Nav û Paşnav: Elî Qasim

Nasnav: Çiya Herekol

Navê Dayikê: Sûad

Navê Bav: Idrîs

Cih û dîroka jidayik bûnê: Til Xenzîr-Dêrik 1994

Di 7’ê Tebaxê de li gundê Yûsifiyê yê Çilaxa jiyana xwe jidest daye.

Nav û Paşnav: Ferhad Terbûş

Nasnav: Ebas

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayik bûnê: Gundê Qenter-Kobanê 1990

Di sala 2012’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 7’ê Tebaxê de li gundê Yûsifiyê yê Çilaxa jiyana xwe jidest daye.

Nav û Paşnav: Basil Silêman

Nasnav: Egîd Ezîz

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ezîze

Cih û dîroka jidayik bûnê: Heleb 1993

Di sala 2012’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 7’ê Tebaxê de li gundê Yûsifiyê yê Çilaxa jiyana xwe jidest daye.

Nav û Paşnav: Xeyrî Xelef

Nasnav: Şoreş Xezna

Navê Dayikê: Xezal

Cih û dîroka ji dayik bûnê: Gundê Xezna 1994

Di sala 2013’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û di pevçûnên 10’ Tîrmehê yên li gundê Çêlekê yê Tirbespiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Nav û Paşnav: Nîdal Yûsif

Nasnav: Rojvan Amed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Yûsif

Cih û dîroka jidayik bûnê: Xerab Şeran

Di sala 2012’an de tevlî nava refên YPG’ê bûye û di 10’ê Tebaxê de li gundê Basûfan a navçeya Şêrawa ya Efrînê jiyana xwe ji dest daye.

Hate hînbûn ku dê îro cenazeyê şervanê YPG’ê Rojvan Amed saet di 17.00’an de ji ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê bê oxirkirin û li Goristana Şehîd Refîq bê definkirin.