YPG`ê nasnameya 2 şervanên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir

YPG`ê nasnameya 2 şervanên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya 2 şervanên ku di pevçûnên roja 22`'ê Tebaxê li bajarê Serêkaniyê  jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya 2 şervanên ku di pevçûnên roja 22`'ê Tebaxê di navbera şervanên YPG’ê û çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusrali Serêkaniyê de  jiyana xwe jidest dane aşkera kir.

Nasnameya şervanên YPG’ê wiha ne:

Nav: Ehmed Brahîm
Nasnav: Baran Çiya
Navê bav: Brahîm
Navê dayikê: Emîra
Cih û dîroka dayik bûnê: Kobanê 1994
Di 22’ê Tebaxa 2013’an de li Serêkaniyê  jiyana xwe ji dest daye.

Nav: Dilşêr Dîmo
Nasnav: Rêdûr Karker
Navê bav: Ebdilkerîm
Navê dayikê: Sûltana
Cih û dîroka jidayik bûnê: Dêrik 1994
Di 22’ê Tebaxa 2013’an de li Serêkaniyê  jiyana xwe ji dest daye.