YPG`ê nasnameya 2 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkera kir
YPG`ê nasnameya 2 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkera kir
YPG`ê nasnameya 2 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkera kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya 2 şervanên ku di pevçûnên duh êvarê li gundên başûrê Tirbespiyê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya 2 şervanên ku di pevçûnên duh êvarê di navbera YPG’ê û çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra de li gundên Mezlûma, Taya û Sofiya yê başûrê Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dane aşkera kir.
Di daxuyaniya YPG'ê de ev tişt hatin gotin: "Duh êvarê çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra ji gundên Mezlûma, Taya û Sofiya bi hawanan êrîşê bendên kontrolê yên yekîneyên me yên li herêma başûrê Tirbespiyê kirin, yekîneyên me jî bersiva êrîşan dan û du operasyonên lidar xistin.
YPG'ê diyar kir ku yekîneyên wan li dijî komên çekdar li gundên Mezlûma, Taya û Sofiya du operasyon pêk anîne, di operasyonan de zêdetirî 26 endamên komên çekdar hatine kuştin, gelek çek û cebilxane hatine bidestxistin.
YPG'ê di dawî daxuyaniya xwe de navê şervanên jiyana xwe jidest dane aşkera kir û wiha got: ‘’Di encama berxwedaneke lehengî de, şervanên me Hogir û Cûdî Tirbespiyê şehîd ketin û tevlî karwanên pakrewanan bûn.’’
Nasnameya 2 şervanên YPG’ê yên jiyana xwe jidest dane wiha ne:
Nav: Siyamend Cemîl
Nasnav: Hogir
Navê Bav: Teyib
Navê Dayikê: Şewafa
Cih û Dîroka jidayik bûnê: Qamişlo-Qenat El Siwês 1988
Di 13’ê Tebaxa 2013’an de li gundê Mezlûma yê herêma Tirbespiyê jiyana xwe jidest daye.
Nasnav: Cûdî Tirbespiyê
Di 13’ê Tebaxa 2013’an de li gundê Mezlûma yê herêma Tirbespiyê jiyana xwe ji dest daye.