YPG’ê nasnameya 3'ê şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya 3'ê şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya 3'ê şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di pevçûnên ku ji duh ve li taxên kurdan ên Helebê qewimîn de 25 çekdar hatin kuştin û gelek birîndar bûne. Di daxuyaniyê de navê 3 şervanên YPG’ê ku jiyana xwe ji dest dane hate eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku komên çete ên di bin banê Meclîsa Leşkerî ya Helebê ku xwe li ser Artêşa Azad hesab dikin, êrîşî bendên YPG’ê yên li nêzî Taxa Eşerfiyê kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşkaran roja înê saet di 13.00’an de dest bi êrîşên xwe kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê û Endiya El-Ekrad pevçûnên dijwar qewimîne û li herêmê belav bûne heta gihiştine taxên Şiqêf, Seken Şebabî û Şêxmeqsûd.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tabûrên Bedir a girêdayî kesê binavê Xalid Heyanî, tabûra Selah El-Dîn, Tabûra Rebîi El-Erebî (Buhara Ereban) û komên çete yên girêdayî partiya azadî di êrîşan de cihê xwe girtine. Di daxiyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama berxwedana hêzên YPG’ê de komên çete daxwaza piştevaniyê ji tabûrên Ensar El-Îsalam û Şuhedai Sûriyê xwestine. Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku van tabûran jî ji herêma Siketa Tirênê û Şiqêf ve êrîşî Şêxmeqsûd kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnan de 25 çekdar hatin kuştin,bi dehan birîndar bûne û 9 çee dîl ketin destê hêzên YPG’ê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di van pevçûnan de wesayîtek doçka li ser hate ruxandin û hin bargehên Xalid Heyanî li Şêxmeqsûd û Şiqîf ketin dest. Her wiha 2 bendên kontrolê li Taxa Seken Şebabî hatine bidest xistin û heta niha bendên kontrolê di destê hêzên YPG’ê de ne.
Li aliyê din navenda Ragîhandina YPG’ê navê 3 şervanên xwe yên ku di pevçûnên Helebê û başûrê Girkê Legê de jiyana xwe jidest dane eşker kir.
Li gorî daxuyaniya YPG’ê navê şervanên YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Dêrsim
Navê dayîkê: Sekîna Eyûb
Navê bav: Elî
Cihê dayîkbûnê û dîrok: Gundê Minaza- Kobanê – 1989
Di sala 2011’an tevlî nava refên YPG’ê bû ye û di 7’ê Îlonê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Elai Silêman
Nasnava: Cûdî Doxan
Navê dayîkê: Wesîla
Navê bav: Mihemed
Cihê dayîkbûnê û dîrok: Girkê Legê/1989
Di pevçûnên li gundê Yûsifiyê ya Girkê Legê jiyana xwe jidest daye.
Nav û paşnav: Alan Ehmed
Nasnav: Felat
Navê dayîkê: Ezîza
Navê bav: Seyîd
Cihê dayîkbûnê û dîrok: Amûdê/1988
Di sala 2013’an de li Amûdê tevlî nava refên YPG’ê bû ye û di pevçnên 7’ê Îlonê li gundê Yûsifiyê yê Girkê Legê jiyana xwe jidest da ye.