YPG’ê nasnameya 3 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkere kir
YPG’ê nasnameya 3 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkere kir
YPG’ê nasnameya 3 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG'ê derabarê êrîşa komên çete ya li dijî benda YPG'ê ya li herêma Girkê Legê daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de navê 3 şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane hate eşkere kirin.
Navena Çapemeniya YPG'ê derbarê êrîşa komên çete li dijî benda kontrola YPG'ê ya gundê Cindiyê daxuyaniyek nivîskî Weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çete derbeyên mezin ji hêzên YPG'ê xwarin û herêmên Rojava li pey hev ji destê wan hate rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bermahiyên komên çete bi terora xwe dixwazin ku şêniyên herêmê ji azadî û ewlekariyê bê par bimînin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bermahiyên komên çete êrîşî benda kontrola YPG'ê ya çerxeriya gundê Cinêdiyê ya Girkê Legê kirin û wiha hate domandin:" Hêzêm me bi berxwedanî bersiva êrîşê dan û êrîşkar neçarî revê kirin. Komên çete çek, bêtêlek û tirmpêlek xwe li pey xwe hiştin û reviyan gundê Miçhim ya nêzî herêmê."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li şêniyên gund bang li hêzên YPG'ê kirin ku gundê wan ji çeteyan paqij bikin û ev agahî hatin dayîn:" Li ser vê yekê hêzên me gund dorpêçkirin û opersyon dan destpêkirin. Di nava çend saetan de hêzên me karîn çend çeteyên ku di malan de xwe veşartibûn dîl bigrin."
Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku di encama êrîşê de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe jidest dane û nasnameya wan hate eşkerkirin. Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanên YPG'ê wiha ne:
Nav û paşnav: Mîvan Hesen Sêfo
Nasnav: Îsmaîl Hogir
Cihê jidayîkbûnê: Gundê Til Xenzîr a Dêrikê
Di 11'ê kanûnê de li gundê Cinêdiyê ya Girkê Legê jiyana xwe jidest da.
Nav û paşnav: Roj Mihemed Xalid
Nasnav: Bêlan
Cihê jidayîbûnê: Gundê Til Xenzîr a Dêrikê.
Di 11'ê kanûnê de li gundê Cinêdiyê ya Girkê Legê jiyana xwe jidest da.
Nav û paşnav: Kînas Xelîl Esmer
Nasnav: Sabir
Cihê jidayîkbûnê: Gundê Girê Reş a Dêrikê
Di 11'ê kanûnê de li gunê Cindêdiyê jiyana xwe jidest da."
Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku YPG'ê dê heta dawî li ser riya şehîdan bimeşin û wiha hate gotin:" Em soz didin ku em ê li ser soza şehîdan bimînin û emê parastina herêmên Rojava û hemû pêkhateyên wê bikin."