YPG’ê nasnameya 4 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkera kir
YPG’ê nasnameya 4 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkera kir
YPG’ê nasnameya 4 şervanên jiyana xwe jidest dane aşkera kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameya 4 şervanên ku di pevçûnên rojên 27-31’ê Tîrmehê de li herêma Girhokê ya Çilaxa jiyana xwe ji dest dane aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya 4 şervanên ku di pevçûnên di navbera YPG û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El- Nusra de li herêma Girhokê ya Çilaxa jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê wiha hat gotin, “Di rojên di navbera 27-31’ê Tîrmehê de di navbera yekîneyên me û çekdarên Dewleta Îslamî a Iraq û Bîlad El Şamê/Eniya El Nusra de li herema derdora gundê Girhokê şerên dijwar rû dan, di pevçûnan de têkiliya me bi 6 şervanên YPG'ê re qut bibûn. Li gorî lêkolînê em hîn bûn ku şervanên me Hesen û Elî Şêr jiyana xwe ji dest dane û derbarê 4 şervanên din de me tu agahî negirtibûn.”
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku ew îro hîn bûne ku 4 şervanên YPG'ê ku têkilî ji wan hatibû birîn jiyana xwe ji dest dane û nasnameyê wan aşkera kir.
Nasnameya 4 şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nav Ebdulcelîl Elî binasnav Kendal yê ji Gundê Banokiyê yê Girkê Legê dayîkbûye û 27’ê Tîrmeha 2013’an li Girhokê jiyana xwe ji dest da.
Izzedîn Seyîd Resûl binasnav Têkoşer Gabar, li gundê Batirzanê yê Girkê Legê hate cîhanê û di 27’ê Tîrmeha 2013’ê li Girhokê jiyana xwe jidest da.
Reşîd Hesen binasnav Bawer Badiyan ji gundê Badiyanê jidayîk bû û di 27’ê Tîrmeha 2013’an de li Girhokê jiyana xwe ji dest da.
Rêzan Xelîl binasnav Rêzan li gundê Baneqesrê yê Dêrikê ji dayîkbû û di 27’ê Tîrmeha 2013’an de li Girhokê jiyana xwe ji dest da.