YPG’ê nasnameya 6 şervanên xwe aşkera kir

YPG’ê nasnameya 6 şervanên xwe aşkera kir

Li herêman Kobanê şer û pevçûnên di 15’ê Îlonê de hatibû destpêkirin berdewame, şervanên YPG’ê û gelê Kobanê li sê eniyan li dijî çeteyên DAIŞ’ şer dikin. Li aliyê din YPG’ê nasnameya 6 şervanên xwe yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe li dest dabûn aşkera kir.

Navenda çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî  weşand. Di  daxuyaniya malperê fermî ya YPG’ê de wiha tê gotin: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di roja xwe ye 7’emîn berdewam dike. Yekîneyên me çalakiyên xwe ya berxwedanê li hember çeteyên DAIŞ’ê û pêşketinên we berdewame, ev çalakî bi armanca şikandina êrîşên çeteyan pêk tê. Di van çalakiyan de 6 rêhevalên me tevlî karwanên Şehîdên Berxwedana Kobanê yên ku bi xwîna wan êrîşên çete hatin şikandin, di 19’ê Îlonê rêhevala me Peyman Kobanê tevlî hevalê xwe yê şehîd bû û di 21’ê Îlonê de 5 rêhevalên me şehîd ketibûn."

 

Navê şervanên YPG’ê wiha ye:

Nasnav: Peyman Kobanê

Nav û Paşnav : Emîra Şahîn

Navê Dayik : Fatima

Navê Bav : Bekrî

Cihê Jidayikbûnê : Kobanê - Blek

Dîroka Tevlîbûnê : 2013

Cih û Dîroka Şehadetê : Kobanê - Bexdê - 19-9-2014

 

Nav û paşnav: Baran Serhed li gundê Tel Meydane bi çalakiyek fedayî jiyana xwe li dest da

Nav û paşnav: Hemze Viyan di eniya Başûr jiyana xwe li dest da

Nav û paşnav: Rênas Dogan li gundê Tel Meydane jiyana xwe li dest da

Nav û paşnav: Amed Kobanê li gundê Boxaz jiyana xwe li dest da

Nav û paşnav: Arşîn Efrîn li gundê Qemçê jiyana xwe li dest da