YPG'ê navenda riyên giştî ya Çilaxa azad kir

YPG'ê navenda riyên giştî ya Çilaxa azad kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi alîkariya welatiyên Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê navevda polîsan ya riyên giştî û navendên gazxaneyan ya Çilaxa azad kir.

Bi alîkariya welatiyên Çilaxa  ya girêdaye Girkê Legê Şervanên YPG'ê ji polîsan xwestin ku ji navendê derkevin, polîsan berî ku derkevin hemû tiştên di navendê de ku bi 2 milyonê lîreyên Sûriyeyê bûn, radestî pêxwasên (hevkar) rêjîmê Miwefeq Elcedû'i û Yasir Elcedû'i yên ji gundê Elzexîra ya nêzî navendê kirin.  Şervanên YPG'ê navevda polîsan ya riyên giştî û navendên gazxaneyê yên Çilaxa azad kir.

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî ku şêniyên gundê Girzîro ji wan xwestin ku leşkerên rejîma Sûriyeyê ji gund derxînin, ji leşkeên Tabûra ku li gund bi cî bibûn xwest ku ji herêmê derbikevin. Ji ber ku leşkerên Sûriyeyê derneketin şervanên YPG'ê tabûr dorpêç kirin. Di dorpêç kirina 11 rojan de, pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û leşkerên Sûriyeyê de qewimîn, di encamê de fermandarê tabûrê hate kuştin û hin leşkerên birîndar bûn, leşkerên din  xwe radestî şervanên YPG'ê kirin.