YPG’ê tabûrek nû avakir

YPG’ê tabûrek nû avakir

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di merasima bîranîna Endamê Desteya Rêvebir a KCK’ê û Endamê Meclîsa PKK’ê Rûstem Cûdî, Elî Şêr Koçgirî û Çîçek Botan tabûra Şehîd Hogir îlan kirin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di merasima bîranîna Endamê Desteya Rêvebir a KCK’ê û Endamê Meclîsa PKK’ê Rûstem Cûdî, Elî Şêr Koçgirî û Çîçek Botan tabûra Şehîd Hogir îlan kirin. Tabûra Şehîd Hogir îro tevlî mersima bîranîna Rûstem Cûdî bû û piştre bi awayeke fermî tevlî Tugaya Şehîd Xemgîn a li herêma Dirbêsiyê bû.

Di merasima îlan kirinê de birayê Rûstem Cûdî Xelîl Osman wêneyekî Rûstem Cûdî diyarî rayedarên Tabûrê kir.