YPG: Ela Qasim şehîdê netewî û YPG’ê ye

YPG: Ela Qasim şehîdê netewî û YPG’ê ye

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, bi peyamekê diyar kir ku Endamê Partiya Pêşverû Ela Qasim ku li Serêkaniyê di nava refên YPG’ê de li dijî komên çete şer dikir û jiyana xwe ji dest da, şehîdê netewî û şervanê rasteqîn ê YPG’ê ye. Di peyamê de ji malbata Qasim û gel sersaxî hate xwestin.    

Fermandariya Giştî ya YPG’ê, derbarê endamê Partiya Pêşverû Ela Qasim ku dema di nava refên YPG’ê li Serêkaniyê li dijî komên çete şer dikir, di 24’ê Çile de birîndar bibû û îro jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.  Di peyamê de li ser planên hêzên navnetewî yên li dijî heremê hate rawestîn û wiha gotin:

“Hêzên navneteweyî bi alîkariya hevkarên xwe yên herêmî, li hemberî şoreşa gelan a Suriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî li hemberî destkeftiyên gelê kurd, di nava planên qirêj de ne. Di çarçoveya van planan de, li hemberî herêmên kurdan ku wekî herêmên aram tên zanîn, bi riya komên çete êrîş dikin. Êrîşên li Serêkaniyê ku her cure rêbazên şerê taybet hatin bikaranîn mînaka vê yekê ye.”

Di peyamê de bal hat kişandin ku li dijî van êrîşan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi alîkariya gel berxwedanek bêhempa nîşan da, di vê  berxwedanê de di serî de gelên herêmê, hemû hêzên kurdan belkî jî cara yekemîn bi yekdengî piştgiriya YPG’ê kirin. Di peyamê te hate destnîşankirin ku bi taybetî hinek ciwanên endamên partiyên siyasî li gel YPG’ê li dijî çeteyan bi lehengî şer kirin û yek ji van ciwanên hêja jî Ela Qasim e.

Di berdewama peyamê de ev tişt hatin gotin: “Em wekî YPG’ê Ela Qasim wekî şehîdê netewî û şervanekî rasteqîn ê YPG’ê binav dikin. Hevalê Qasim Li her derê û di her şert û mercan de parasvaniya gelê xwe kir. Herî dawiyê li Serêkaniyê, dema li dijî çeteyan gelên bajêr diparast, heta dawiyê bi lehengî şer kir. Di roja 24’ê Çileya 2013’an de jî birîndar bû. Li gel hemû mudaxeleyan jî rêhevalê me Ela Qasim nehat rizgarkirin û îro tevlî karwanê pakrewanan bû.”

Di dawiya peyamê de, sersaxî ji malbata Qasim û gel hate xwestin û wiha hat gotin: “Em careke din diyar dikin ku xwîna şehîdan li erdê namîne û em ê tola Qasim jî hilînin.”