YPG: Em dê destûrê nedin komên çekdar ên nefermî

YPG: Em dê destûrê nedin komên çekdar ên nefermî

Fermandariya YPG'ê ya Herêma Efrîn da zanîn ku, ew dê destûrê nedin komên çekdar ên nefermî û bang li welatiyan kir ku çekên xwe li cem Hêzên Asayişê bidin qeydkirin.

Fermandariya Yekîneyên  Parastina Gel (YPG) a Herêma Efrînê di derbarê pevçûnên di nava yekîneyên wan û komên çekdar de li Gundê Birc Ebdalo derketinbûn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de li ser pevçûna ku derketiye hate rawestîn û ev agahî hatin dayîn:

''Li gorî agahiyên me ku bidest xistine hin komikên çekdar bi alîkariya Hikumeta Tirkiyeyê hewl didin ku hemû şêniyên gundên Birc Ebdalo û Basûtê ji malên wan derxînin. Şêniyên gundê Basûtê giliyê koma çekdar li cem yekîneyên me kirin û gotin ku, endamên koma çekdar ji bo welatiyan bitirsînin li nava gund digerin û bênavber guleyan dibarînin. Ji ber vê yekê gundiyan ji YPG'ê xwest ku koma behsa wê tê kirin ji gundê wan derxînin. Li ser vê yekê yekîneyên me bi armanca lêkolînê berê xwe dan gund. Lê di heman demjimêran de koma çekdar êrîşî benda kontrolê ya asayişa  gund kirin, her wiha li hemberî endamên me yên ku çûbûn bûyerê fêm bikin kemîn danîn û 2 endamên me girtin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, piştî girtina 2 endamên YPG'ê, ew ji bo berdana wan ketine nava hewldanan û wiha hat gotin: "Koma çekdar 2 şervanên me ber bi gundê Birc Ebdalo ve birin. Hêzên me jî bi armanca rizgarkirina hevalên xwe, her wiha naskirina koma çekdar û hedefên wan, berê xwe dan Gundê Birc Ebdalo. Li vir me hemû hewldanên xwe bi riya rusipiyên herêmê kirin ku em hevalên xwe bidin berdan. Lê koma behsa wê tê kirin bi guleyan bersiva hevalên me dan û di encamê de pevçûn derket.''

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, bi armanca xwe parastinê, bersiva komên çekdar hatiye dayin û di encama pevçûnên rû dane de 3 endamên koma çekdar hatin kuştin, 3 birîndar bûn û 40 kes jî tevî çekên wan hatin girtin. 2 hevalên me yên hatibûn girtin jî hatin rizgarkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, YPG'ê dest bi operesyonê kiriye û wê nahêlin tu komên çekdar ên nefermî li herêmê bimînin û bang li welatiyên ku çekên wan hene jî hate kirin, da ku di zûtirîn demê de biçin navenda Hêzên Asayişê û çekên xwe bidin qeydkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kesên di nava 10 rojan de çekên xwe qeyd nekin û ruxsetê negirin, dê çekên wan bêne desteserkirin.