YPG: Gundê Helinc hat rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin

YPG: Gundê Helinc hat rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û çalakiyên duh de gundê Helinc ê Kobanê hatiye rizgarkirin û di çalakiyên li gundê Susanê û Til Xezalê de jî 16 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê encama şer û pevçûnên duh ê li derdora Kobanê ji raya giştî re ragihand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên di 15'ê Îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê bi çekên giran dest bi êrîşê kirin, li eniya rojhilat hatine rawestandin û li eniyên rojava û başûr jî rastî berxwedaneke xurt a YPG'ê tên.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku duh tevahiya rojê li gundê Helinc û derdora wê pevçûnên dijwar qewimîne û di encama çalakiya hêzên YPG'ê de gundê Helinc ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, hatiye rizgarkirin. Hat gotin ku di çalakiya li vir de doçkayeke 23, doçkayeke 14.5 û hawanek çeteyan hatine rûxandin, bi dehan çete jî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên YPG'ê li hemberî çeteyên li girê Kulîlkê û Savamayê Rovî yên li başûrê Helincê bicih bûbûn çalakî lidar xistine, di çalakiyê de girê Kulîlkê hatiye rizgarkirin û li Savamayê Rovî jî doçkayeke 23 a çeteyan hatiye rûxandin.

LI GUNDÊ SUSANÊ Û TIL XEZALÊ 16 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da zanîn ku hêzên YPG'ê li gundê Susanê û Til Xezalê yên li rojava û başûrrojavayê Kobanê derb li çeteyan dane û ev agahî da: "Hêzên me çete kişandin nava gundê Susanê û piştre êrîş birin ser wan û derbên giran li wan dan. Bi qasî hatiye zelal kirin li vir 9 çete hatine kuştin. Di heman demê de li ser rêya Til Xezalê jî yekîneyêk çeteyan ku di nav tevgere de bû hat hedefgirtin. Wesaîta hedef hat girtin bi temamî hat rûxandin û 7 çete hatin kuştin. "

JI BURKAN EL FIRAT ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Burkan El Firat li gundê Sirtik ê li başûrrojavayê Kobanê çalakiyek lidar xistine û di çalakiyê de tankek û 3 wesayîtên çeteyan hatine rûxandin, bi dehan çete jî hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku li hemberî çeteyên li nêzî gundê Kontînkarê ku li heman eniyê ye jî çalakî hatiye, di encamê de 2 wesayît û motoreke çeteyan hatine rûxandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara çeteyên di vê çalakiyê de hatine kuştin û birîndarkirin nehatiye zelalkirin.