YPG: Gundek hate rizgarkirin 60 çete hatin kuştin
YPG: Gundek hate rizgarkirin 60 çete hatin kuştin
YPG: Gundek hate rizgarkirin 60 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şerên 24 saetên dawî li Rojavayê Kurdistanê de, gundek hatiye rizgarkirin û zêdetirî 60 çete jî hatine kuştin. Her wiha doçkayek 23, doçkayek 12.5, 35 kelaşnîkof, 3 bûrno, 3 ARBK, arpîciyek, demanceyek, 6 wesayît û gelek cebilxane hatin desteserkirin. Di pevçûnan de 8 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya YPG der barê êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û hinek komên Artêşa Azad ku ji Dêrik heta Helebê dewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar ji Dêrikê heta Heleb û Efrînê êrîşên xwe yên hovane didomînin û bi israr dixwazin ku herêmên kurdî ji hev qut bikin û şêniyên wê koçber bikin.
'LI HELEBÊ BI TANGAN ÊRÎŞ DIKIN'
Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku komên girêdayî Artêşa Azad bi tang û çekên giran êrîşî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê kirine û bêyî ku cudahiyê bikin cihên sivîl topbaran dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi van êrîşan tê xwestin ku herêm ji şêniyên wê bê valakirin, lê hêzên YPG'ê li hemberî van êrîşan bi hemû hêza xwe radiweste û nahêle ku êrîşkar bikevin taxan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûnên li herêmê didomin.
'JI 5 ALIYAN ÊRÎŞÎ SERÊKANIYÊ KIRIN'
Der barê şer û pevçûnên li Serêkaniyê de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Komên çekdar ji 5 aliyan ve êrîşan pêk tînin û dixwazin bajar dorpêç bikin da ku ji herêmên din ên Rojava qut bikin. Komên çekdar ji aliyê Til Xelef, gundên Mişrafa, Çafa, Neddaf û Elok êrîş pêk anîn. Êrîşkaran tang û çekên giran bikar anîn. Lê hêzên YPG'ê bersiva van êrîşan dan û li piraniya eniyên şer komên çekdar têk çûn. Di van şeran de bi dehan kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne. Pevçûn hîn li gundê Elok didomin. Li aliyê din ev komên behsa mijarê bajar topbaran dikin."
Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku di pevçûnên li Serêkaniyê de 7 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.
LI GIRÊ SPÎ GUNDEK HAT RIZGARKIRIN
Têkildarî pevçûnên li herêma Kobanê jî di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê di çarçoveya operasyona tolhildanê ya "Şehîd Dilovan û Şehîdên Heleb û Reqayê" de li hemberî biryargeha komên çekdar a li gundê Susik ê li Rojhilatî Kobanê çalakiyek pêk aniye. Hate gotin ku di encama çalakiyê de gund bi temamî hatiye rizgarkirin û 60 endamên komên çekdar hatine kuştin, 2 dîl ketine destê YPG'ê. Her wiha doçkayek 23, doçkayek 12.5, 35 kelaşnîkof, 3 bûrno, 3 ARBK, apîciyek, demanceyek, 6 wesayît û gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê çalakiyê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku li eniyên din ên herêmê pevçûn cih bi cîh didomin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG di xeta berxwedan û parastina hemû pêkhateyên herêmê de wê israr bike, bersiva hemû êrîşan bide û ev bang hate kirin: "Em ji ENKS'ê dixwazin ku helwesta xwe nîşan bide ka li gel Koalîsyona Muxalefeta Suriyê ya ku piştgiriya komên çekdar ên ku êrîşî gelê kurd dikin, di nava êrîşan de ye yan na. Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku li rex hêzên YPG'ê cih bigirin û li dijî komên çete derkevin."