YPG: Ji bo bîranîna Şehîd Çekjîn operasyona paqijkirinê hate destpêkirin

YPG: Ji bo bîranîna Şehîd Çekjîn operasyona paqijkirinê hate destpêkirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku wan ji bo bîranîna Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê û Fermandarê Eniya Dêrikê Zehreddîn Eyî (Çekjîn Efrîn) ku duh di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, operasyona paqijkirina komên çekdar a li herêmê daye destpêkirin.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê û Fermandarê Eniya Dêriyê Zehreddîn Elî yê bi nasnav Çekjîn Efrîn duh li hemberî komên çekdar ên ku dixwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin destana berxwedanê nivîsandiye û jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewama daxuyaniyê de li ser kesayeta Çekjîn Efrîn ev tişt hatin gotin: "Rêhevalê me Şehîd Çekjîn yek ji hevalên yekemîn ên ku di avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cîh girtiye û li herêma Dêrikê erka rêxistinkirina hêzên parastina rewa girtibû ser milê xwe. Di heman demê de di nava refên tevgera azadiya Kurdistanê de xwedî sicîlek giranbûha bû. Heval Çekjîn di dema ku li herêma Dêrikê li ser erka xwe ya parastinê bû şehîd ket. Rêheval Çekdar li hemberî komên çete şerekî mezin da meşandin û gelek serkeftinên giranbuha bidest xistine. Ew di nava YPG'ê de ji bo herkesî fermandarê mînak bû."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî Çekjîn Efrîn jiyana xwe ji dest daye, Fermandariya Giştî ya YPG'ê jî dest bi pêvajoyek nû ya operasyonên berfireh kiriye da ku herêmê ji komên çete paqij bike.   

Di daxuyaniyê de dê operasyon heta serkeftinê bidome û hate gotin: "Em soz didin Şehîd Çekdar û tevahî şehîdên azadiyê ku emê pêngava hatiye destpêkirin, heta ku herêm ji komên çete tê paqijkirin bidomînin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku tevlî merasîma cenazeyê Çekjîn Efrîn bibin û wiha hate gotin: "Em bang li hemû gelên Rojavayê Kurdistanê dikin ku bi awayekî xurt tevlî merasîma cenazeyê şehîdê me yê leheng Çekjîn bibin."