YPG: Kesên di bin 18 saliyê de ji bo leşkeriyê nayên girtin
YPG: Kesên di bin 18 saliyê de ji bo leşkeriyê nayên girtin
YPG: Kesên di bin 18 saliyê de ji bo leşkeriyê nayên girtin
Fermandariya Giştî ya YPG'ê fermanameyek ji hemû tabûr û tugayên xwe re sand û bal kişand ku li gorî rêziknameyê kesên dibin 18 saliyê de ji bo leşkeriyê nayên girtin û yên ku rêziknameyê binpê dikin, wê bêne darizandin.
Di fermanameyê de ji hemû tabûr, tuga û cihên serlêdanên YPG'yê yên li hemû bajar, navçe û gundên Rojavayê Kurdistanê hate xwestin ku li gorî benda 2’yan a madeya 5'emîn a rêziknameya YPG'ê ku dibêje "Qedexeye kesên dibin 18 saliyê de tevlî YPG'ê bibin" tev bigerin.
Di fermameyê de hate destnîşankirin ku kesên van mandeyan binpêbikin dê li gorî benda 3’yan a madeya 5'an û benda yek a madeya 18’an sewqî dadgeha leşkerî bêne kirin.
Bendên rêziknameyê yên behsa wan tê kirin wiha ne:
*Benda 2'yan a medeya 5'an: Hemû welatiyên Suriyê yên ku 18 saliya xwe derbas kirine û rêziknameya YPG'ê qebûl dikin piştî serlêdanê û sûndxwarinê dikarin tevlî YPG'ê bibin.
*Benda 3'yan a madeya 5'an: Hemû endamên YPG'ê yên ku zagonên şer pinpê bikin û rêxistinê derbas bikin, dê li gorî biryarên fermî ji endametiya YPG'ê bêne avêtin. Her wiha kesên ku taybetmendiyên YPG'ê têde peyda nebin dê ji endametiyê bêne avêtin.
* Benda 1 a madeya 18'an: Sûcên Şer şaşiyên herî mezin e