YPG: Li 3 herêman derbeyên mezin li çeteyan hatin xistin

YPG: Li 3 herêman derbeyên mezin li çeteyan hatin xistin

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di şer û pevçûnên li herêmên Til Koçer, Girê Spî û Helebê de derbeyên mezin li komên çete hatine xistin, gelek hatine kuştin û 10 ji wan dîl hatine girtin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bilançoya rojekê ya “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” a li herêm Til Koçer û pevçûnên li Girê Spî û Helebê dom dikin de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêma Til Koçer şevê din li derdora gundê El Sidêriyê hêzên YPG’ê çalakî lidar xistine û di encamê de 2 noqteyên komên çete hatin bidestxistin. Her wiha bi dehan kuştî û birîndarên komên çete çêbûne, wesayîtek ku doçka 14.5 li ser e hatiye desteserkirin. Hate gotin ku pevçûn hîn didomin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Girê Spî (Til Ebyad) jî li gundê Çelbê hêzên YPG’ê çalakiyek lidar xistiye û di encamê de wesayîtek hatiye rûxandin û 7 endamên komên çekdar hatin kuştin.

Der barê şerê li Helebê ku li taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didomin de jî ev agahî hatin dayîn: “Şerên di navbera yekîneyên me, Eniya El-Ekrad û komên çete yên girêdayî Artêşa Azad de didomin. Di encama pevçûnan de derbeyên mezin li êrîşkaran hatin xistin û gelek hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha 3 wesayît hatin desteserkirin û 10 endamên van koman jî dîl hatin girtin. Pevçûn bi dijwarî didomin.”