YPG: Li Helebê bi dehan çete hatin kuştin
YPG: Li Helebê bi dehan çete hatin kuştin
YPG: Li Helebê bi dehan çete hatin kuştin
Fermandariya YPG'ê ya Helebê destnîşan kir ku di şerê 24 saetên dawî yê li bajêr de bi dehan endamên çeteyan hatine kuştin û şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya YPG'ê ya Helebê der barê pevçûnên li Helebê yên 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên komên çete yên li ser taxên kurdan di roja 8'an de dom dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete êrîşên xwe yên li dijî taxên kurdan ên bi tang, hawan û çekên giran didomînin, lê bi saya berxwedana zarokên gelê kurd nekarîne têkevin taxên kurdan.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên ku ji duh serê sibehê heta niha dom dikin de bi dehan çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di van pevçûnan de şervanê YPG'ê yê bi navê Nûreddîn Gulo bi nasnav Nûreddîn ê ji Qamişloyê jiyana xwe ji dest daye.