YPG: Li Kobanê û Rebîa 22 çete hatin kuştin

YPG: Li Kobanê û Rebîa 22 çete hatin kuştin

Şer  û pevçûnên ku di 15’ê Îlonê de li herêma Kobanê destpê kirin di roja xwe ya 10’emîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Di encama şerê şevê din li herêma Kobanê û Rebîa de şervanên YPG’ê Girê Dolî ji destê çeteyan derxistin, 22 çete hatin kuştin, yek jî emîrê çeteyên yê bi navê Ebû Siwde, cenazeyê 5 çeteyan li gel çekên wan ketin destê YPG’ê.

Şer  û pevçûnên ku di 15’ê Îlonê de li herêma Kobanê hatibûn despêkirin di roja xwe ya 10’emîn de bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şerê şevê din li herêma Kobanê û Rebîa de şervanên YPG’ê Girê Dolî ji destê çeteyan derxistin, 22 çete hatin kuştin, yek jî emîrê çeteyên yê bi navê Ebû Siwde, cenazeyê 5 çeteyan li gel çekên wan ketin destê YPG’ê.

Navenda Çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên şevê din li başûr û rojavayê herêma Kobanê ragihand. Li gorî malpera fermî ya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî weşand wiha ye: “Berxwedana rûmetê ya yekîneyên me û gelê me li Kantona Kobanê di roja xwe ya 10’emîn berdewam dike. Bi armanca sekinandin û şikandina êrîşên hovane ya çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê me hêzên me bi hemû derfetên xwe û sekna xwe ya fedayîtî bê teredût li ber xwe de didin û rihê qehremantiyê didin nîşandan. Di 24’ê Îlonê de çeteyên DAIŞ’ê ketin kemînê yekîneyên me li gundê Girê Dolê ya ku dikevê Rojavayê Kobanê de, di encamê de 4 çete hatin kuştin û gelek birîndarî çêbûn. Di heman demê de di eniya rojava de yekîneyên me çalakiyek bi bandor pêk anîn. Li derdora gundê Girê Dolê pevçûn derket û yekîneyên me girên li derdorê gundê Tel Dolî ji destê çeteyan derxistin. Li silsileya girên Siftik çeteyan hewl dan pêş bikevin, lê rastî berxwedana hêzên me hatin, di encamê de çete şikestin. Şer û pevçûn derketin û çete ji wan giran dûr ketin. Li Susanê hewldanên êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê berdewame. Lê rastî bersivdayîna yekîneyên me tên û şer û pevçûn hîn jî berdewame.

Di eniya Başûr de duh êvarê yekîneyên me çalakiyek li ser gundê Îdeq ê çeteyên DAIŞ’ê tê de xwe bi cih kiribûn li dar xist. Di çalakiyê de 15 çete hatin kuştin, 5 cenazeyên wan ketin destê yekîneyên me û 5 çekên keleşnîkof desteserkirin. Êrîşên komên çete li ser Mişenûr û gundê Şêranê berdewam dike û yekîneyên me bersiv didin çeteyan.

Di eniya Rojhilat de li gundê Çemalî yê ku bi destê komên çete de ye, yekîneyên me êrîşên xwe birin ser gund  şerên dijwar rû didin.

Komên çeteyên DAIŞ’ê topên hewanê davêjin Kobanê. Di şer û pevçûnên duh de 8 rêhevalên me piştî qehremanyek mezin li cihên cuda cuda yên li Kobanê şehîd ketin.

Duh êvarê yekîneyên me li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwestin êrîşî Rebîa bikin rastî mayina yekîneyên me hatin. Di encama teqîna mayinê de 3 çete zêdetir hatin kuştin. Hêjayê gotinê yek ji wan emîrê çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Siwd tê naskirin e û êrîşên wan şikestin.