YPG li Li rojava û rojhilatê Kobanê li çeteyan dixe

YPG li Li rojava û rojhilatê Kobanê li çeteyan dixe

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundên rojhilat û rojavayê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî lidar xistin. Pevçûnên ku bi çalakiyan re destpê kirin, didomin.

Li gorî nûçeya ANHA, şervanên YPG’ê û welatiyên Kobanê li dijî çeteya çalakî pêk anîn. Hat destnîşankirin ku çalakî îro serê sibehê li gundên Eyn El Bet û Taştok ên li rojhilatê Kobanê û gundên Qişlê û Sosan ên li rojavayê Kobanê hatin destpêkirin.

Bi çalakiyan re li herdu aliyan pevçûnên dijwar destpêkirin û hîn didomin.