YPG: Li Serêkaniyê 16 çete hatin kuştin

YPG: Li Serêkaniyê 16 çete hatin kuştin

Fermandariya YPG’ê ya Serêkaniyê diyar kir ku di pevçûnên şevêdin ên li derdora gundên Kişto û Tilxelefê de 16 endamên komên çete hatine kuştin.

Fermandariya YPG’ê ya Serêkaniyê derbarê şerê ku şevêdin li ser riya bajaroka Tilxelefê û gundê Kişto di navbera komên çete ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/Cebhet El- Nusra û hêzên YPG’ê de rû dabûn de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnan saet di 22.00’an de destpê kiriye û heta saet 04.00'an dewam kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama pevçûnan de 16 endamên komên çete hatine kuştin.