YPG: Li Serêkaniyê 6 çete hatin kuştin

YPG: Li Serêkaniyê 6 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku di encama êrîşa komên çete ya li dijî benda kontrola YPG'ê ya gundê Xirbet El-Benat 6 êrîşkar hatine kuştin û 8 birîndar bûne. YPG'ê da zanîn ku di encama êrîşê de 2 şervanên wan jiyana xwe jidest dane.

Navenda çapemeniya YPG'ê derbaêr êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî benda kontrola YPG'ê ya gundê Xirbet El-Benat daxuyaniye nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çete yên DAIŞ'ê duh di saetên piştî nîvro bi çekên giran û topan  noqteyek YPG'ê ya nêzî gundê Xirbet El-Benat topbaran kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete piştre bi çekên orta êrîşî benda YPG'ê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiva êrîşan da û pevçûn bi dijwarî derketin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin di encama pevçûnan de 6 endamên komên çete hatin kuştin û herî kêm 8 birîdar bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 4 cenazeyên çeteyan ketin destê hêzên YPG'ê, her wiha hêzên YPG'ê çekek BKC, ABC yek û 2 kilaşinkov destser kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama êrîşîşê de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe jidest dane.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragîhandin ku komên çete neçar mane ji herêmê birevin.