YPG: Li sînorê Ezazê bi dehan endamên El Qaîdeyê hatin kuştin

YPG: Li sînorê Ezazê bi dehan endamên El Qaîdeyê hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, bîlançoya pevçûnên ji ber êrîşa çeteyên El Qaîdeyê yên li gundê Qestel Cindo yê Efrînê rû dan, aşkera kir.

Li gorî daxuyaniya YPG'ê; pevçûnên bi êrîşa çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/El Nûsra destpê kirin, di roja yekemîn de 30 endamên El Qaîdeyê hatine kuştin. Heman rojê, li nuqteyeke ku nêzî 100 endamên El Qaîdeyê lê civiyabûn, guleya tanga YPG'ê lê ket. Hejmara kuştî û birîndarên komên çekdar ên li vê derê nehat tespîtkirin.

Rojek piştre yanî di 3'ê Cotmehê de, tangên YPG'ê êrîşî biryargeheke çeteyan a li nêzî Ezazê kirin. Hat ragihandin ku di çalakiya li vê derê de jî nêzî 20 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatin kuştin. Di pevçûnên tevahiya rojê de li sê nuqteyên cuda bi giştî 12 çeteyên ser bi El Qaîdeyê hatin kuştin.

Li nêzî Ezazê, xaniyekî ku ji aliyê komên ser bi El Qaîdeyê ve weke biryargeh dihate bikaranîn, rastî çalakiya tangên YPG'ê hat û di encamê de agir bi xanî ket. Her wiha wesayîtek tê endamên El Qaîdeyê hebûn, hat rûxandin, lê hejmara miriyên komên çete de agahî nehat bidestixistin. 

Komên El Qaîdeyî xwestin ji gundê Yazibag ê li ser sînorê Tirkiyê yê ser bi bajarê Ezazê êrîşî mewziyên YPG'ê bikin. Bi bersivdayîna hêzên YPG'ê re pêşî li êrîşê hat girtin.

Di pevçûna roja yekemîn de sê û ya roja duyemîn de jî du şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, yek jê jin hay ji sê şervanên YPG'ê nîne.

Di encama pevçûnên sê rojan de bi dehan endamên El Qaîdeyê hatin kuştin, du wesayîtên van hatin rûxandin, tangek hat têk birin, du çekên doçka hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku sê cenazeyên çeteyên El Qaîdeyê jî di destê YPG'ê de ne. Çavkaniyên herêmî radigihîne ku di pevçûnên sê rojên dawî de, komên çete yên El Qaîdeyê zêdeyî 200 windahî dane.

Pevçûnên li gundê Êzidiyan Qestel Cindo yê li rojhilatê Efrînê dewam dikin. Li rojavayê Atmayê jî komên El Qaîdeyê êrîşî YPG'ê kirin. Pevçûnên ku duh bi şev bi êrîşan re li girên di destê YPG'ê de destpê kirin, heta îro danê nîvro dewam kirin.